Lînkên eksesibilîtî

Almanya Derheqa Kiryarên Îstixbarata Tirkî li Wî Welatî Xembar E


Hans-Georg Maassen ligel wezîrê navxweyî Thomas de Maiziere

Serokê rêxistina ewlekarîya navxweyî (BfV) Hans-Georg Maassen îro Înê fikara xwe ya derheqa kiryarên îstixbarata Tirkîyê (MIT) li hindurê Almanya eşkere kir.

"Em ji bandora hikûmeta Tirkîyê ya li vê derê, li Almanya agahdar,” Maassen ji medya Almanî re got.

Wî da zanîn ku li hember kesên ku dijî Serokomarê Tirkîyê Erdogan in, hewilên zêdegavî û giwaştin têne kirin û dijî alîgirên Fetullah Gulen jî tawanên bêbingeh têne belav kirin.

Hêjayî balkişandinê ye ku di demên dawî de peywendîyên navbera Almanya û Tirkîyê xirabtir dibin û girtina bizavkarekî mafê mirovan yê Alman ji alîyê Tirkyê ve, hêrsbûneke mezin li Almanya çêkiriye.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG