Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Hezar Xwepêşander Li Moskow Hatin Ser Şeqaman


Bi Dehan Hezar Xwepêşander Li Moskow Hatin Ser Şeqaman

Îro Şemê bi dehan hezar kes rijiyan ser şeqamên Moskow ya paytextê Rusiya ku nerazîbûna xwe li hember encamên hilbijatinên parlemanî yên wî welatî diyar biken, ku dibêjin fitûgêl tê de hatine kirin.

Rêkxerên wê xwepêşandanê dibêjin le gel hindê seqayê Moskow gelek sar e, pêtirî 100 hezar kesan beşarî wê xwepêşandanê li şeqama Saxarov bûne. Polîs jî hijmara wan bi texmîn nêzîkî 25 hezar kesan daye zanîn.

Gelek ji xwepêşanderan parçe û balonên sipî bilind kiribûn wek nîşanek bo bizava nû ya gropên daxwaza hilbijartinên azad li Rusiya diken û dixwazin rêzdar Putîn dest ji deselata 12 salan berde.

Çendîn kesatiyên opozisyonê bo wê rêpîwanê gotar pêşkêş kirin. di nav de, Alexei Navallny got ew bizav aştiyane ye, lê bi qasê pêdivî xelil heye ku dest bi ser Kirimlînê de bigrin eger partiya deselatdar berdewam bit li ser dizî kirinê di hilbijartinan de.

Rusiya wan tometan red dike.

XS
SM
MD
LG