Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Hezar Xwepêşander li Moskow Kom Bûn


Bi Dehan Hezar Xwepêşander li Moskow Kom Bûn

Bi dehan hezar kes li Moskow û bajarên din li seranserî Rûsya roja Şembî rijîyane ser şeqaman ku nerazîbûna xwe li dijberî wan firt û fêlan nîşan biden yên dibêjin di nav hilbijartinên parlemanî de çêbûne ya Partiya Rûsya ya Yêkgirtî ya deselatdara serokwezîr Vladimîr Pitin tê de serketin bi dest anî.

Polîs raport kir layê kêm 20,000 xwepêşander li meydana Bolotnaya Moskow li rexê din yê rûbarî, pêşberî Kermlin kom bûn, herçend rêkxeran ew hijmar 50,000 kes dan zanîn. Deselatdarên Moskow mohlet dabû 30,000 kes li wêderê kom bin.

Helîkopteran li asmanî nobedarî dan û otombêlên ewlekariyê û polîsê dijî aloziyê bow ê hermê hatine hinartin.

Hejî gotinê ye ku çi raport sebaret pevçûnan yan girtinên berçav nehatine kirin.

Layê kêm 7,000 kes jî li Bajarê St. Petersburg kom bûn, li demekê de li bajarê Xabarovsk layê kêm 30 kes hatin girtin piştî xwepêşandanek bê mohlet çêbû.

XS
SM
MD
LG