Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes di Peqînan li Îraqê Hatine Kuştin


Bi Dehan Kes di Peqînan li Îraqê Hatine Kuştin

Karbidestên Îraqî dibêjin, di encama bi dehan pirtir peqînan de, herî kêm 63 kes li Bexdayê hatine kuştin û bêtirî 180 kesên din jî birîndar bûn.

Wusa xuya ye, peqînên îro Pêncşemê bi hevre girêdayî ne û taxên ku piranî Şîa lê dijîn, kirine armanc.

Peqîn çend roj piştî vekêşana hêzên Amerîkî ji Îraqê diqewimin.

Peqînên paytaxt Bexdayê, her wiha di demekê de tên ku Îraq rû bi rûyê krîzeke sîyasî ye. Hikûmeta di destê Şîayan de hewil dide ku Cîgirê Serokî Tariq El Haşimî desteser bike, bi tawana kuştina karbidestên hikûmetê.

Lê, Haşimî yê Sunnî do Çarşemê ragihand, îdîayên dijî wî sîyasî ne û ji alîyê serokwezîr ve hatine belav kirin.

Haşimî ji Dengê Amerîkayê re got, Serokwezîr Nurî El Malikî hêzên ewlekarî û îstîxbaratê kontrol dike û nahêle ku karbidestên din yên hilbijartî maya xwe tê de bikin.

Tariq Haşimî ve gavê li Herêma Kurdistanê ye, piştî ku li dijî wî fermana girtinê hate derxistin.

XS
SM
MD
LG