Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Dehan Kes li Tirkîyê Hrant Dink Bîr Tînin


Bi Dehan Kes li Tirkîyê Hrant Dink Bîr Tînin
Bi Dehan Kes li Tirkîyê Hrant Dink Bîr Tînin

Bi deh hezaran kes îro Pêncşemê li Stenbolê kom bûn ku salvegera pêncan ya kuştina Hrant Dink yê rojnamevanê Ermenî bîr bînin.

Girseya amade biryara dadgehê protesto kir ku digot, kuştinkarî ne kiryareke rêkxistî û plankirî bû. Xwenîşandêr her wiha, bi gotina wan, faşîzma li Tirkîyê şermezar kir.

Dadgeheke Tirk roja Sêşemê biryar dabû ku cezayê zindankirina qasî jîyanê dabû Yasîn Hayal ku Hrant Dink kuştibû. Yasîn Hayal li sala 2007’an Dink, li ber ofîsa wî kuştibû.

Dadgehê derheqa 19 kesên din ku di heman dozê de dihatin dadkirin, biryar da ku wan di kuştinkarîyê de cîh negirtine û ne endamên rêxistineke terorîst in. Biryara dadgehê bibû sedema nerazîbûna malbata Dink ku dibêjin kuştinkarî kiryareke plankirî ye.

Hrant Dink edîtorê giştî yê rojnameya Agos bû ku bi Ermenkî û Tirkî derdikeve. Wî kuştinên girseyî ya Ermenîyan ya bi destê Tirkên Osmanî ya sala 1915’an wekî “jenosîd “ nav kirîbû û gotinên wî nîjadparestên Tirk hêrs kirîbûn.

Tirkîye pênasînê bi gotina “jenosîd” nake û dibêje, bi têkçûna Împaratorîya Osmanî alozî derketin û xencî Ermenîyan, gelek Tirk jî di bûyeran de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG