Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Sûrî bo Roja Sêyemîn Xwepêşandanê Dikin


Bi Hezaran Sûrî bo Roja Sêyemîn Xwepêşandanê Dikin
Bi Hezaran Sûrî bo Roja Sêyemîn Xwepêşandanê Dikin

Bi hezaran Sûrî ji bo roja sêyemîn li ser yek xwepêşandanê li bajarekê başûra welatî dikin; ku her li wî bajarî roja Înî bi kêmî ve çar xwepêşander hatin kuştin.

Dîdevan li cihê xwepêşandanê li bajarê Dira dibêjin, hêzên parastinê teqe kirin û gaza rondik rêj li dijî xwepêşanderan bikar anîn. Bizavkarekê mafên mirovan dibêje, yek kes di xwepêşandana roja Yekşembî hatîye kuştin.

Xwepêşander daxwaza azadîyên sîyasî û bi dawî anîna rewşa awarte dikin. Xwepêşander her wiha daxwaza ji kar xistina wan karbidestan dikin ku berpirs in beramberî girtina bi komela xelkî.

Karbidestên dibêjin, şandeka hikûmetê serdana Dira kir û ji bo dîyar kirina dilgiranîya xwe beramberî kuştina xelkî ji layê hêzên parastinê ve.

Ajansa nûçeyên Reuters radigehîne, hikûmetê soz da ku jimareka zarokên xwendevan azad bikin ku ji ber nivîsîna diruşmên li dijî hikûmetê li ser dîwaran hatin girtin.

XS
SM
MD
LG