Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Hezar Kes li Sûrîyê Derketina Kolanan


Bi Sedan Hezar Kes li Sûrîyê Derketina Kolanan

Bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê, roja Înê bi kêmî ve 4 kes hatine kuştin, li vê rojê ku pirtir ji 200.000 kesan li dijî hikûmeta Serok Beşar Esed derketine kolanan.

Tê ragihandin, herî kêm 1 kuştinkarî li bajarê Himusê ya navenda alozîyan pêk hatîye. Li wî bajarî, gel derket kolanan ku biryara Yekîtîya Ereb ya paşxistina kombûna awarte ya dijî Sûrîyê protesto bike, ku biyar bû sibe Şemîyê were kirin.

Dezgehên ragihandinê dibêjin, Yekîtîya Ereb kombûna xwe ya wezîrên derve paş êxist da ku pirtir dem bide Şamê ku bi plana wê qayil be û rê li ber toleyên nû bigire.

Bizavkarên Sûrî her wiha dibêjin, xwenîşandanên dijî hikpmetê li çend bajarên din jî têne kirin ku nav de, Hama jî heye.

Hikûmeta Sûrî jî îdîa dike ku alîgirên wê li rojavaya welêt xwepêşandanan dikin ku piştgirîya xwe ya jibo Esed nîşan bidin.

XS
SM
MD
LG