Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedema Ketina Balafirê 32 Kes li Sudanê Hatin Kuştin


Bi sedema ketina balafirekê li Sudanê 32 kes hatin kuştin ku yek ji wan wezîrê hikûmetê ye.

Şandeka hikûmeta Sudanê ber bi herêma Kordofan a Başûr diçûn jibo beşdarîkirin li cejna Remezanê.

Wezîrê Ewqafê, Xazî El Sadiq û hejmareka karbidestên siyasî û leşkerî û rojnamevan di wê bûyerê de hatin kuştin.

Balafira li cûrê Antovov ya Rûsî li Kordofana Başûr ket, ku li ser sînorê alozê navbera Sudan û Sudan a Başûr e.

Hêzên hikûmetê li wê herêmê şerê serhildayan dikin ku piştgirîya Sudana Başûr dikin.
XS
SM
MD
LG