Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê 136 Malper û Hesabên Medya Civakî Hatin Asteng Kirin


Dadgeheke Tirkîyê li ser daxwaza Fermandarîya Giştî ya Cenderme, biryar girt ku 136 malper, hesabên Twitter, Facebook, Instagram, Youtube û Pînterestê werin asteng kirin.

Malperên wek Dîrenîşteyîz, Gazete Fersude, Etha, Halkin Sesî jî di nav de 15 malperên înternetê jî hatîn qedexe kirin.

Bianet.org jî yek ji wan malperan e ku biryara girtina wê hat dayîn. Ew ji sala 1998an û vir ve bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî weşanê dike.

Yek ji edîtorên Bianetê Ferîd Demîrel li ser qedexekirina malpera wan got ku biryara dadgehê nîşan dide ku ti sedemên berbiçav tuneye.

“Dagehê tenê li ser daxwazê biryar girtiye. Rewşa niha jibo Bianetê derketiye holê, ji rewşa giştî ya azadîya çapemenî û ya xwe îfadekirinê ne cûda ye. Tirkîye di warê azadîya çapemenîyê de gelek salên dirêj di lîsteya cîhanê de di rêza herî dawî de ye.”

Demîrel bal dikşîne ku ku bi vê biryara dadgehê nêzîkî 200.000 nûçe, nivîs rapor dê werin asteng kirin.

“Bianet ji dîroka avakirina xwe ve nûçegihanîya mafparêzî, aştîxwazî, jinparêzî û zarokparêzîyê dike. Herwiha nûçeyên di çapemenîya Tirkîyê de ne di hat weşandin dike nûçe.”

Demîrel dibêje li hember astengkirin û qedexekirinê Bîanet de xebatên xwe bîdomîne.

Piştî vê biryarê Komela Rojnamêvanan a Tirkîyê (TGC) Sendîkaya Rojnamêvanan a Tirkîyê (TGS) Rexistina Rojnamêvanên Bêsînor, Komela Rojnamevanên Hevdem (ÇGD) nerazîbûnên xwe anîn ziman.

MEB_08_07_2019_bianet
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG