Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Jibo Pêşxistina Binesaziyê 2 Trilyon Dolaran Terxan Dike


Serok Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemê diçe Pittsburgh, Pennsylvania, ji bo pêşxistina nexşeya binesaziyê ya bi bihayê 2 trîlyon dolaran, ku tê de çakkirina rê, pir, ava vexwarinê, elektrîk û Sistema veguhastinê hene.

Şeva borî berpirsekî di asta bilind de yê Rêvebiriya Joe Biden gotîye rojnamevanan, ku dê armancên destnîşan kirî yên projeyan di heyama heşt salan de pêk bên û got "Ev weberhênanên gelek bi qîmetin, ew weberhênan ji aliyê şarezayan ve hatine destnîşan kirin di hemû waran de, ew dê çareseriya kêmasiyên bikin û şiyanên aboriyê baştir bikin." Berpirs herwiha dibêje "Û em weha dibînin ku ev weberhênan, weke dewlet emê nikarin ku wan encam nedin."

Hazel Park, Mich.
Hazel Park, Mich.

Biden dixwaze vî perey ji guhertina bacê çêke, ku divê kompanî bidin, di nav de zêde kirina rêjeya baca kompaniyan ji 21% bo 28%.

Jen Psaki peyvdara Qesra Spî roja Sêşemê gotbû, Rêvebirî ya vekirîye li hember hemû fikir û pêşniyaran derbarê fînansekirina paketa aborî, lê tirsên derbarê rewşa binesaziya welat ji hêla mirovên di nava siyasetê de têne parve kirin.

Komariyan di Kongresê de nerazîbûna xwe li hember plana Biden ya zêdekirina bacê dabûn diyar kirin. Ew dibêjin zêdekirina bacê dê karkerên Amerîkê biêşîne û geşedana aborî lawaz bike ku kompaniyên Amerîka êdî dê nikarbin di bazarên cîhanî de rikeberiya bikin.

Berpirsekî Rêvebiriyê yê ku plan ragihnadî berî ku serok Joe Biden gotarê pêşkeş bike got, yek ji aliyên pêşniyar kirî eve ku "Weha bike binesazî di pêşerojê de li hember guherînên klîmayê guncayîtir be," tevî pêşxeriyên ku fîloyên otobusan jibo otombîlên elektîkê bihên veguhastin ku bo ajovanan kêm mesreftir bin.

Berpirsî herwiha gotiye, Biden dixwaze hemû boriyên tora ava vexwarinê ji madeya resasê xelas bike û derfeta gehiştina tora înternêtê berfireh bibe û bi buhayên guncayî bo her kesî peyda bibe.

Aliyê din yê planê armanc jê lêkolîn û pêşkeftina di sektorên wekî pîl(patirî) û metiryalên nîvkondektorî de, tevî perwerdehiya kar ji bo wan pîşesaziyan.

XS
SM
MD
LG