Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden 500 Mîlyon Derzîyên Din yên Vaksîna COVID bo Welatên Hejar Radigihîne


Serokê Amerîkî Joe Biden li Hilcivîna COVID'ê.
Serokê Amerîkî Joe Biden li Hilcivîna COVID'ê.

Serokê Amerîkî Joe Biden îro Çarşemê ragihand ku welatê wî 500 mîlyon derzîyên vaksîna dijî COVID-19 ji bo welatên hejar di sala bê de kirîye.

Amerîka berê soz dabû ku bêtirî 500 mîlyon derzîyên vaksîna Pfizer heta dawîya Hezîrana sala bê jibo welatên hejar peyda bike.

Ev ragihandin hejmara vaksînên ku Amerîka bo welatên din terxan kiriye digihîne 1.1 mîlyar derzî.

Di hilcivînek COVID-19 li dema Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, Biden ev xwebexş ragihand. Di kombûna onlaynî de, rêberên welatên din wekî Brîtanya, Kanada, Indonesya û Afrîqaya Başûr amade bûn. Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom jî beşdarî civînê bû.

Serokê Amerîkî gotîye ku ew dixwaze armanca WHO ya vaksînkirina bi kêmî % 70 ji xelkê cîhanê di nava sala bê de, bigihêje serî. Biden hêvî dike ku ragihandina wî welatên din yên dewlemend han bide da ku asta hewlên xwe yên alîkarîyê jibo pêşîgirtina li ber nexweşîya koronayê zêde bikin.

XS
SM
MD
LG