Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Wê bi Nasên Dîlên Amerîkî re Bicive


Serokê Amerîka Joe Biden wê îro cara pêşî bi nasên wan Amerîkîyên ku di êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê de de dîl ketibûn re bicive.

Karbidestên Qesira Sipî dîyar dikin ku civîn wê li qesirê çêbe.

Hîn ne zelal e ku Biden wê bi çend kesan re bicive. Biden berê bi hin nasên dîlan re bi rêka telefonê û onlayn peyivîbû.

Biden di rojên borî de dîyar kiribû ku heta hemî dîl vedigerin malên xwe ewê hewildanên xwe bidomînin.

Piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê bi 7 Amerîkîyan re peywendî qut bûbûn. 4 Amerîkî piştre di navbera mirovahî de hatibûn berdan.

Îsraîl dide zanîn ku Hamasê di êrîşan de 240 kes dîl girtine ku ji wan 130 li hember azadbûna 200 girtîyên Filîstînî serbest man.

XS
SM
MD
LG