Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Şemiyê yekem reforma çekan a federal a mezin di nava bêhtir sî salî de îmze kir, piştî çend rojan ji biryareke Dadgeha Bilind ya berfirehkirina mafên xwediyên çekan ku wî şermezar kir.
Biden ku hevjîna wî Jill Biden li kêleka wî bû, li Koçka Spî projebiryar îmze kir û got:
"Bi hêviya Xwedê, ew ê gelek jiyanan biparêze."
Projebiryara dupartî tenê çend hefte piştî gulebarana girseyî li Uvalde û Buffalo tê ku zêdetirî 30 kes kuştin, di nav de 19 zarok li dibistaneke seretayî.
Di nav Yaseyê de hin pîvan hene ku ji wîlayetan re dibin alîkar ku çekan ji destên kesên ji bo xwe an yên din metirsî disepînin dûr bixin.
Reform di heman hefteyê de hat dema ku Dadgeha Bilind mafên xwediyên çekan berfereh kirin, û roja Pêncşemê yekem car got ku Destûra Amerîka mafê kesan yê hilgirtina çekên destan diparêze.
Biden, piştî wê biryarê û biryara roja Îniyê ku mafê jiberxwebirina zarokan li seranserê welêt ji holê rakir, ji rojnamevanan re got, "Dadgeha Bilind hin biryarên tirsnak dan."
Kontrolkirina çekan ji mêj ve di nav milet de pirsgirêkek dabeşker e û çendîn hewildan ji bo danîna kontrolên nû li ser firotina çekan dem bi dem têk diçin.
Biden, ku berî hilbijartinên nîvdem yên 8ê Mijdarê ji bo kontrolkirina Kongresê hewl dide rêjeyên xwe erêkirina giştî baştir bike, misogerkirina serkeftinên li ser kontrolkirina çekan ji bo dengderan kir beşek ji helmeta xwe.
Wî got ku ew ê roja 11ê Tîrmehê mêvandariya malbatên qurbaniyên tundûtûjiya çekan û qanûndaneran bike di çalakiyek Koşka Spî de de ji bopîrozkirina derbaskirina yaseya ewlehiya çekan.
Çavkanî: Reuters