Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyona Komariyan Piştî Ragihandin Joe Biden Wek Serkeftiyê Hilbijartinan


Piştî hat ragihandin ku Joe Biden yê Demokrat dengên pêdivî yên nûneran bidest xistine ku weke serkeftiyê hilbijartianan hat ragihandin, reaksyonên cûda di nêva Komariyan da derketin holê.

Komarî bûn sê beş, beşekê pîrozbahî li Biden kirin, beşek jî heta amadekirina vê raportê bêdeng in, beşek jî dibêjin, sextekarî di hilbijartian da hatine kirin û encamên derketî nas nakin heta bi rêyên yasayî negihin dawiya encaman.

Yên Pîrozbahiyê li Biden Dikin Kîne?

Senatorê Utah Mitt Romney, berbijarê berê yê hilbijartinên serokatiya Amerîka di sala 2012ê da û rikeberê berbijarê Demokratan Barack Obama serokê berê yê Amerîka bû, di nava wan Komariyan daye yên pîrozbahiyê li Biden dikin û di twîteke xwe da nivîsiye "Anna (hevjîna wî ye) Û Ez, pîrozbahiyê li serokê hilbijartî Joe Biden û Cîgira wî Kamala Harris dikîn. Em wan weke kesên niyet pak û ew kesayetiyên jêhatîne. Daxwazê ji xûdê dikîn ku wan di roj û salên pêş me da biser bêxe."

Herwiha Jeb Bush , hakimê berê yê Florida ji sala1999 heta 2007, kurê serokê berê yê Amerîka George Bushê bab, li ser twîtera xwe nivîsand "Pîrozbahiyê li serokê hilbijartî Biden dikim. Di piraniya jiyana xwe ya qeyrebûnê da dua û nivêj bo serokê me kirine. Ezê nivêjan jibo te û serkeftine te bikim, Niha demê wê hatîye, em birîna kûr derman bikîn. Gelek kesan destek daye wê rê, ya ku tu tê de pêşeng bî."

John Richard Kasich haikmê Ohio ji salaOhio2011 heta 2019, wî jî weke Komrîyek pîrozbayî li Biden kir û li ser twîta xwe nivîsand : "pîroze Joe Biden weke serokê hilbijartî yê Amerîka, dizanim dê wê bikî yaku te soz dayî û bibî serokê welatî hemûyê".

Rêberên Komariyan Hêjî Tiştek Ne Ragihandîye

Heta amadekirina vê raportê, senator, Mitch McConnell rêberê piraniya komariyan di Civata Senatoran da û Gavin McCarthy rêberê Komariyan di encûmena nûneran da û senator Lindsey Graham tiştek li ser twîterên xwe ne nivîsandiye.

Komariyên ku Serkeftina Joe Biden Nas Nekirîye

Steve Scallise, endamê Encûmena Nûneran li ser twîtera xwe nivîsandiye "Dawiya hilbijartinan ti ne, heta ku hemû dengên yasaî nehên hejmartin û neyên piştrast kirin. Hêjî şikayetên yasayî yên metirsîdar hene, heta ew neyên yekalî kirin hilbijartin bidawî nabin."

Herwiha Sen. Lamar Alexander dîsan di twîta xwe da dinivîse"Piştî hejmartina hemû dengên rast û yasayî û vekirina rêya dadgehan heta ku nakokiyan çareser dikin, giringe rêz li encaman bihê girtin û yekser qebûl bikîn, veguhastina rêkûpêk ya desthilatê û tekezkirina li ser wê piştî hilbijartinên serokatiyê ku ew sembola herî zindî ya demokrasiya meye."

Jim Jordan, endamê komarî yê Encûmena Nûneran li ser twîterê hevpeyvîna xwe ya li gel kenalê Fox News daniye û dibêje, Komariyan du mehan berî hilbijartinan hişdarî daye ku dê sextekarî di hilbijartinan da hên kirin. Dibêje, weke mînak li Washington a paytext 4 deng dane yên wan kesan bûn ku êdî ne rûniştvanên wêderê ne. li Pennsylvania Wezîrê Derve gotîye pêdivî nake îmzeya dengderan li ser karta dengdana bi rêya postê hebe."

Demokratan baweriyek qahîm heye ku Joe Biden serkeftin bidest xistîye û pîrozbahiyê li Joe Biden Kamala Harris dikin.

XS
SM
MD
LG