Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dest bi serdana xwe ya Îrlanda û Îrlanda Bakur dike.
Biden vê serdanê bi hevdîtina ligel Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak û gotareke derbarê salvegera 25’an ya Peymana Înîya Baş vedike.
Serokê Amerîkî, ku gelek caran behsa eslê xwe yê Îrlandî dike, do Sêşemê gotibû ku serdana wî ya vê hefteyê ne jibo behnvedanê ye.
Biden, di bersîvdana pirsa rojnamevanekî de, girîngîya peymana sala 1998’an piştrast kir. Piştî şerekî tayîfî yê navbera netewperwerên Katolîk, ku dixwestin ligel Îrlanda bibin yek welat û Protestanên ku dixwestin bi Brîtanya bimînin, bi wê lihevkirinê aştî li Îrlanda Bakur çêbûbû.
Armanca serekî ya Biden ji vê serdana sê rojan ew e ku rêketina aştî ya navbera alîyên peywendîdar zindî bimîne.
Serok Biden li ber e here bajarê Belfast ya paytexta Îrlanda Bakur û bajarê Dublin ya paytexta Îrlanda û herwiha bajarê Ballina ku cîhê bav û kalên wî ye.