Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew bi Xurtî li Kelêka Îsraîlê Disekinin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê got ku ew li kelêka Îsraîlê disekinin û ewê hemî tiştên pêdivî bikin ku ew dewlet bikane hemwelatîyên xwe biparêze û xwe ji êrîşên wiha biparêze.

“Em pêgir in ku di şerê Îsraîlê ya dijî Hamasê de piştgirîya wê dewletê bikin. Em alîkarîya leşkerî ya zêdekirî dişînin ku ew kêmahîya çek û cebilxaneyên opêdivî nekşîne ku bikaribe xwe û hemwelatîyên xwe ji êrîşan biparêze.”

Biden got ku êrîşa Hamasê terorîzm e û ti rewabûn û ti bahane ji terorîzmê re tuneye.

“Hamas ne jibo mafê gelê Filîstînê ye jibo rûmetê û jibo dîyarkirina çarenivîsa wê ye. Armanca Hamasê tunekirina dewleta Îsraîlê û kuştina gelê Cîhû ye. Kiryarên wê terorîzm e û lê mixabin ku ew jibo gelê Cîhû ne tiştekî nû ye."

Serok Biden got ku ev êrîş di mîjîya gelek kesan de bîranînên bi êş û azar û birînên ku ji kîndarîya dijî Cîhûyan û jenosîdkirina gelê Cîhû mane, zindî kirin.

XS
SM
MD
LG