Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Şerê Hamas û Îsraîlê Banga Navberekê Dike


Serokê Amerîka Joe Biden li Minneapolisê di axaftina kempeyna xwe de jibo şerê Îsraîl û Hamasê banga navberê kir.

Biden gava li hember komeke 200 kesî diaxifî jinekê ji wê xwest ku banga agirbestê bike.

Jina ku dîyar ku ew xaxam e, ji Biden re got ku ger Cihû seba wî girîng in divê ew jibo wan agirbestê bixwaze.

Biden, ser vê daxwazê got ku pêdivîya wan bi rawestanekê heye û ewê bi vê yekê jibo derxistina girtîyan hinek dem bi dest bixin.

Qesira Sipî paşê ser gotinên Biden ragihand ku mebesta gotinên wî dîlên di destê Hamasê de ne û Biden dixwaze ku ew werin berdan.

Serok Biden di axaftina xwe de dîyar kir ku rewş jibo Îsraîlîyan û Misilmanan aloz e û ew ji berê de piştgirî dide çareserîyeke bi du dewletan.

Biden got ku ew Hamasê wek rêxistineke terorê dibîne û jibo ku alîkarî herin Gaza, wî Serokomarê Misirê Abdulfetah El Sîsî û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu qane kirine.

Qesira Sipî jibo şerê li Gaza banga agirbestê nake, lê dibêje jibo alîkarî herin divê hin navberên mirivahî werin dayîn.

Hamasê 7’ê Cotmehê êrîş birin ser Îsraîlê ku di encamê de 1400 kes hatine kuştin û 239 kes jî dîl hatin girtin.

Îsraîl ji êrîşên Hamasê vir ve Gazayê bomberan dike û karbidestên saxlemî yên li wir dibêjin ku heta niha pirtir ji 8700 kes hatine kuştin.

Jêder: VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG