Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Kongresê Dixwaze ku Baca Ser Benzînê Bicemidîne


Serokê Amerîka Joe Biden bang li Kongresê kir ku baca federal ya ser benzîn û dîzelê jibo sê mehan bicemidîne da ku bare giran yê ser milî Amerîkîyan sivik bike.

“Ev hemî êşan kêmtir nake, lê ewê ji gel re hinek bibe alîkar. Ez karê ku dikeve ser milê xwe dikim. Ez ji Kongres, rêvebirîyên eyaletan û kompanîyan hilberîna neft û benzînê dixwazim ku ew jî erka xwe bi cîh bînin," Biden got.

Biden herwiha bang li rêvebirîya eyaletan jî dike ku ew jî baca xwe ya ser benzîn û berhemên wek wê jî rakin.

Li ser her galonekê (3.78541 lître) benzînê 18.4 û ser şewita dîzelê jî 24.4 sent (cent) baca federal heye. Ger Kongres li ser daxwaza Serok Biden li hev bike, Amerîkî wê li ser pompê dora 3.6 ji sedê hindiktir dirav xerc bikin.

Hêjayî balkişandinê ye benzîn li tevahîya Amerîka, di asteke rekorî de nêzî 5 dolaran tê firotin û ew yek jî rewşa aborî ya Amerîkîyan dijwartir dike.

XS
SM
MD
LG