Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seroka Obama Cîgirê Xwe Biden bi Medaliya Azadiyê Xelat Dike


Serok Barack Obama Cîgirê xwe Joe Biden bi Medaliya Azadiyê Xelat kir.
Serok Barack Obama Cîgirê xwe Joe Biden bi Medaliya Azadiyê Xelat kir.

Êvariya roja Pêşemê serokê Amerîka Barack Obama çend rojan berîya serokatiya wî bi dawî bibe cîgirê xwe Joe Biden bi giringtrîn xelata netewî ya xizmetên sivîl ya ku bi "Medaliya Azadiyê", tê naskirin xelat kir.

Dema Obama cîgirê xwe Biden xelat kir peyva "bira", bikar anî, Biden hewil da hêsirên çavên xwe ragire.

Mediya Amerîka da xûyakirin ku, Obama ev xelata şerefmendiyê weke surpirîzekê jibo Joe Biden çêkir bû, Ew û xanima wî weha vexwand bûn ku, dê bihev re li qesra serokatiyê ahengek malbatî derbas bikin, lê dema Biden û xanima wî amade bûn, ew birin jora Qesra Spî ya şîv xwarinê ku pirî mîhvan bû, Obama Medaliya Azadiyê pêşkeşî Biden kir.

XS
SM
MD
LG