Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden ligel Papa Francis Dicive


Serokê Amerîkî Joe Biden îro Înê li Vatîkanê bi Papa Francis re civîya, berî hilcivîna rêberên G-20 li Romayê ya derbarê aborîya cîhanî.

Serok û xanima yekê Jill Biden destpêkê di civîneke taybet de ligel rêberê kenîseya Katolîk rûniştin, paşê beşdarî kombûneke berfirehtir bûn ku tê de Wezîrê Derve Antony Blinken û Şîretvanê Ewlekarîya Niştimanî Jake Sullivan jî cih girt.

Biden bixwe Katolîk e, lê ne dîyar e ka ewê ligel Papa Francis beşdarî merasîma Qurbana Pîroz bibe. Gelek kes daxwaz dikin ku serokekî Katolîk ku piştgirîya jiberbirina zarokan ji alîyê jinê ve nabe beşdarî vê merasîma olî bibe.

Derbarê vê yekê, Cîgira Berdevka Koşka Spî Karin Jean-Pierre ji Dengê Amerîka re got ku “ev mijar tiştekî gelekî taybet e. Bawerîya olî ya serok tiştekî pir taybet bi wî ye.”

Tê çaverê kirin ku Biden ligel pirsgirêkên regez û anîna zarokan rûbirû bibe, li vê dema ku bi salan e wî hewil daye ku ola xwe ya Katolîk ji karê yê rêvebirina hikûmeteke sekuler cuda bike.

Hêjayî gotinê ye ku Francis carekê alîkarîya malbata Biden kiribû ku di xemgînyeke taybet re derbas dibûn. Wêneya wî ligel Biden li nav Koşka Spî jî hatîye danîn.

XS
SM
MD
LG