Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Gotara Xwe ya Salane Pêşkêş Kir


Serokê Amerîka Joe Biden Serokê Amerîka Joe Biden şeva Sêşemê gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê pêşkêş kir û ser jimareke mijarên girîng peyîvî.

Serok Biden di destpêka gotara xwe de endamên Kongresa 118an û Serokê Nû yê Civata Nûneran, Kevin McCarthy û herwiha rêberê nû yê Demokratên li Civata Nûneran, Hakeem Jeffries, ku Amerîkîyê Reş yê yekê ye ku rêvebirîya partîyeke serekî dike, pîroz kirin.

“Çîroka Amerîka çîrokeke pêşveçûn û pêgirêbûn e û her dem pêşveçûn û destjibernadan e. Çîrokeke ku li cîhanê bêhempa ye jiber ku em tekane welat in ku ji her krîzê ku em ketine, hîn xurttir derketine. Berî du salan, aborîya me di rewşeke xirab de bû. Ez îşev li vir bi bîr tînim ku me di salên borî 12 mîlyon karên nû afirandine ku ew ji karên di nava çar salên hemî serokên berê pirtir e. Du sal berê COVID kargehên me daxistin, dibistanên me girtin û em xistin rewşeke pir dijwar. Îro êdî COVID jîyana me kontrol nake. Û du sal berê, demokrasîya me ji Şerê Navxweyî û vir ve bi gefa xwe ya herî mezin rûbirû ma. Îro tevî hin birînan, demokrasîya me hîn jî li ser pêyan û serfiraz maye.”

Biden soza hevkarîya bi Komarîyan da ku niha Civata Nûneran kontrol dikin.

“Gelek caran dibêjin ku Demokrat û Komarî nikarin bi hevre bixebitin. Rast e ku pir caran em hevbîr nabin, lê dem hebûn ku Demokrat neçar man bi tena serê xwe biryar bidin. Lê, dîsa jî Demokrat û Komarî jibo parastina Ewrupayeke xurttir û ewletir hatin cem hev. Ya rast, ji dema ku ez bûm Serok, min zêdetirî 300 qanûnên bi piştgirîya her du partîyan îmza kirin. Ez ji hevalên xwe yên Komarî dibêjim ku çawa em li Kongresa borî bi hevre xebitîn, ti sedem tuneye ku em li vê Kongresê jî bi hevre nexebitin.”

Biden bi berdewamî got ku rêjeya di asta % 3,4 e ku ew jî rêjeya herî nizim ya 50 salên dawî ye. “Me ji niha ve 800.000 karên hilberînê afirandine ku ew mezinbûna herî bi lez ya 40 salan e. Buhayê benzînê serê galonekê 1.50 dolar e. Rêjeya enflasyona di xwarinê de dadikeve. Enflasyon, şeş mehên dawî de, her meh kêmtir dibe. Enerjîya paqij jibo kêmkirina qirêjî û afirandina karên nû girîng e. Em 500,000 îstasyonên şarjkirina elektrîkê ava dikin ku li seranserê welêt hatine saz kirin. Hun Denokrat bin yan Komarê bin ne xema krîza jîngehê ye. Ew gefeke mirin û mayînê ye. Jibo rûbirûbûna wê mecbûrîyeteke me li hemberî zarok û nevîyên me heye. Ez serbilind im ku Amerîka di dawîyê de jibo vê pirsgirêkê gavên girîng davêje.”

Serok Biden sîstema bacê ya Amerîkî jî rexne kir ku kesên dewlemend li gor dahata xwe bacê nadin.

“Ez kapîtalîst im. Lê, divê her kes li gor qezanca xwe bacê bide. Sîstema me ya bacê ne rewa ye jiber ku di sala 2020'an de 55 ji şîrketên herî mezin yên Amerîkî 40 mîlyar dolar qezenc kirine, lê sifir dolar baca federalî dane? Ev ne rewa ye, lê niha jiber qanûna ku min îmza kir, şîrketên mîlyoner neçar in ku herî kêm % 15 bacê bidin.”

Serokê Amerîka Joe Biden Serokê Amerîka Joe Biden di gotara xwe ya salane ya ser Rewşa Yekîtîyê de derheqa mijarên sîyaseta derve peyîvî.

“Em bînin bîra xwe ku dine li me temaşe dike. Saleke berê ez ji vê derê çend roj piştî ku Vladimir Putin dest bi şerê xwe yê hovane yê dijî Ukrayna kir, axifîm. Êrîşeke hovane ku dîmenên mirin û wêranker yên Ewrupa yên dema Şerê Cîhanê yê Duyê raxist pêş çavên me. Êrîşa Putin jibo Amerîka bûye testekê û me bi hevre pêşengîya cîhanê kir. Me NATO kir yek û koalîsyoneke global ava kir. Em li dijî êrîşkarîya Putin sekinîn. Em bi gelê Ukraynî re sekinîn. Em îşev careke din ji Balyoza Ukrayna ya li Amerîkare dibêjin ku hun ne tenê ne. Em ne tenê li Ewrupa, lê li her derê jibo pirtit azadî, pirtir rûmet û aştîyê dixebitin. Berî ku ez werim ser kar, çîrok ew bû ku Çîn hêza xwe zêde dike û Amerîka jî li cîhanê diherife. Êdî na! Min bi Serokê Çînê Xi re eşkere kir ku em li rikeberîyê digerin, ne li pevçûnan. Ezê jibo hêzdarkirina Amerîka lêborîna xwe nedim kesekî.”

XS
SM
MD
LG