Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.
Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Biden û Erdogan ser endamtîya Swêdê ya li NATO û xurtkirina hevpeymanîyê peyivîne.
Li gor daxuyanîyê Biden û Erdogan li hev kirine ku ew heta hilcivîna NATO, ku wê Tîrmeha 2024’an li dar keve, danûstandinên berfireh bidomînin.
Daxuyanî dîyar dike ku Biden gotiye ku gavên avaker yên Tirkîye û Yunanistanê bi hevdu re avêtine girîng in.
Di daxuyanîyê de hat gotin ku Biden û Erdogan ser şerê li Gaza jî peyivîne û serokê Amerîkî ji hevtayê xwe yê Tirk re gotiye ku ew piştgirîyê dide mafê berevanîyê yê Îsraîlê û ew ser berevanîya sîvîlên Gaza û alîkarîyên jibo wir jî dixebitin.
Seroktîya Ragihandinê ya Serokomarîya Tirkîyê jî dîyar kir ku Erdogan û Biden ser êrîşên li axa Filîstînîyan, peywendîyên Amerîka û Tirkîye, endamtîya Swêdê ya li NATO peyivîne.
Wê seroktîyê ragihand ku Erdogan û Biden ser firokên F-16 jî danûstandin kirine.
Li gor ragihandina wê seroktîyê Erdogan ji Biden re gotiye ku berpirsîyeke dîrokî ya Amerîka heye ku ew li Gaza agirbestê çêke.
Jêder: Reuters