Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden li Beramber Sanders Ser Dikeve û Dengên Alaska Qezenc Dike


Kandîdê Demokrat ê serokatiya Amerîka Joe Biden dengdana partiya Demokrat a seretayî li Alaska qezenc kir û li beramber rikberê xwe Bernie Sanders bi rêjeya 55.3% li beramber 44.7% ser ket.

Serkeftina wî hat piştî çend rojan ji rawestandina Bernie Sanders helmeta xwe ya hilbijartinên serokatiya Amerîka.

Biden 11 şander û Sanders 4 bi dest xistin, lê renge Sanders bêhtir wergirtibana eger kandîdkirina xwe ranewestanda.

Sanders êdî nikare şanderên partiya Demokrat wergire li ser bingeha kombûnên seretayî ku bi navê primaries yan caucuses tên nasîn, li gor pîvanên komîta niştimanî ya Demokratan. Lê ew hîn dikare şanderan wergire li ser bingeha dengên giştî yên navçeyên destûrî. Ji ber vê yekê, ajansa Associated Press 4 şanderên Alaska ji Sanders re hesab kirin.

Bi giştî, Biden 1,228 şander hene û Sanders 918 hene, li gor Associated Press.

Sanders helmeta xwe rawestand lê got ew dê navê xwe li sandiqên dengdanê bihêle li wîlayetên ku hîn deng nedane.

Ew dixwaze hejmarek şanderên din kom bike wek beşek ji hewlên çêkirina hejmûniyekê di komcivîna niştimanî ya îsal a partiya Demokrat de.

XS
SM
MD
LG