Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Çareserkirina Pirsgirêkên Cîhanê Banga Yekîtîyê Dike


Serokê Amerîkî Joe Biden li civîna civata giştî ya NY.

Serokê Amerîkî Joe Biden îro Sêşemê got ku divê civaka navneteweyî bi hevre kar bike jibo çareserkirina pirgirêkên ku cîhan rûbirû dibe.

Biden gotara xwe li civîna salane ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir û tê de bal kişand ser alozî û pirgirêkên cîhanî.

Amerîka “vegerîya ye ser maseya forumên navnetewî, bi taybet li Neteweyên Yekbûyî,” wî got.

Biden got ku Amerîka dê hêza leşkerî tenê wekî bijareya dawî bi kar bîne jibo çareserkirina pirsgirêkên cîhanê.

"Washington dixwaze qonaxeke diplomasî ya nû piştî bidawîbûna şerê Afganistanê destpê bike."

Di dirêjahîya gotarê de, serokê Amerîkî li pêş rêberên din yên cîhanê got ku ewlekarî geşedan û azadîya wan niha ji berê pirtir bi hevre girêdayî ne.

“Rastîyeke serekî ya sedsala 21’ê ew e ku wekî welat di nav civaka navnetewî de, serketina me girêdayî serketina welatên din e. Heta ku em xizmeta gelê xwe bikin, divê em bi berfirehî danûstandinê ligel welatên din yên cîhanê bikin.”

Biden herwiha da zanîn ku rêvebirîya wî ya nû pêgir e ku ligel hevalbendên xwe kar bike da ku cîhanê ber bi siberojeke aramtir û geştir ve bibin. Wî got, li şûna şer ewê balê bidin ser rûbirûbûna zehmetîyên siberojê.

Biden herwiha eşkere kir ku Amerîka naxwaze “şerekî sar yê nû” bîne holê. Di heman demê de ewê rê li ber hewildanên welatên hêzdar bigire da ku kontrola welatên qels nekin.

Serokê Amerîkî soz da ku jibo şerê guhertina seqayê Amerîka alîkarîya diravî ya navnetewî zêdetir bike.

"Rêvebirîya min dê ligel Kongresa Amerîkî kar bike ku 100 mîlyar dolarên din jibo vê armanc terxan bike. Emê di çarçoveya şerê zehmetîyên seqa û ewlekarîyê de, hevparîya ligel Australya û Hindistanê nû bikin."

Derbarê şerê li dijî nexweşîya COVID-19, Biden ragihand ku Amerîka pêgir e rê li ber vê nexweşîyê bigire û da zanîn ku bombe û çek nikarin cîhanê ji COVID-19 biparêzin.

“Siberoja me li ser karê hevbeş dimîne. Divê em bi biryar bin û divê jibo dawîkirina pandemîya koronayê li her derê kar bikin.”

Biden di warekî din de got ku Amerîka dê li ser prensîpên mafên mirov li seranserê cîhanê demokrasîyê xurt bike û li dijî sitemkarîyê rawestin.

Wî herwiha anî ziman ku Amerîka ligel hevalbendên xwe dixebite ku asta alîkarîya mirovî bo dawîkirina nexweşî û birçîbûnê li hin deverên cîhanê zêdetir bike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG