Amerekî îro di Roja Leşkerên Dêrîn (Veterans Day) de jin û mêrên ku di leşkerîya Amerîkî de xizmet kirine bi awayên cihêreng bi bîr tînin û spasîyên xwe raberî wan dikin.
Serokê Amerîka Joe Biden di vê boneyê de îro Şemiyê li goristana Niştimanî ya Arlingtonê ligel cîgira xwe Kamala Harris gurzeke gul li ser gora leşkerê nenas danî û axaftinek pêşkêş kir.
Biden got,” Îro em rêzê li çîrokên qehremanên xwe digrin…Qehremanên ku welatê me parast û ew ji metirsyan dûr hîşt.”
Di vê roja bêhnvedana federalî de, ku ji sala 1918an ve tê pîrozkirin, gelek programên taybet yên wek nîşandana film û konsertên taybet tên darxistin û meş û rêdeçûn li seranser Amerîkayê têne kirin.
Di vê rojê de, xwaringeh û firşoşgehên li seranser Amerîka yan bê beramber û yan jî bi nirxekî kêm xizmetan didin leşkerên dêrîn û malbatên wan.
Roja leşkerên dêrîn îsal bi şerên ku li Ewrupa û Rojhilata Navîn hinekî cûdatir xuya dike, ku rojên dijwar ên şerê Cîhanê yê Duyemîn tîne bîra leşkerên dêrîn.