Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bi Fermî Dibe Kandîdê Demokrat ê Serokatiya Amerîkayê


Kandîdê Demokrat Joe Biden

Cîgirê berê yê serokê Amerîka Joe Biden roja înê karibû hejmara pêwîst a şandiyan qezenc bike û bi fermî bibe kandîdê demokrat ê serokatiya Amerîkayê li beramber serokê Amerîka Donald Trump.

Kandîdê serokatiyê pêwîstî bi 1,991 şandî heye da ku kandîdkirina xwe gerantî bike.

Kandîdbûna fermî ya Biden hat piştî ku heft wîlayetan û Waşintona paytext kombûnên xwe yên dengdanê kirin.

Tê zanîn ku di pêşbirka kandîdkirinê de tenê Biden mabû, piştî ku rikberê wî yê dawiyê Bernie Sanders di meha Nîsanê de vekişiya.

Biden got:

“Rûmetek bû ku ez rikeberiya gurûpên herî jêhatî yên kandîdên demokrat bikim û ez serbilind im ku em wek partiyeke yekgirtî derbasî hilbijartinên giştî dibine.”

Hêjayî gotinê ye ku bêhtirî 20 demokrat tevlî pêşbirka kandîdkirinê bûn û her kesê/a ku didît derfeta wî/ê ya serkeftinê kêm dibe, ji pêşbirkê vedikişiya ta ku dawiyê Biden û Sanders tenê man berî ku sanders jî vekişîna xwe ragihîne.

Biden soz daye ku jinekê wek cîgira xwe hilbijêre eger serkeftinê qezenc bike.

XS
SM
MD
LG