Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Abadî Ser Operasyona Mûsilê Peyîvîn


Di vê fotoya arşîvê de Biden û Abadî li Munihê xuya dibin
Di vê fotoya arşîvê de Biden û Abadî li Munihê xuya dibin

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro bi telefonê ligel Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî peyîvî ku operasyona rizgakirina Mûsilê û hewlên brefireh yên têkbirina DAIŞ'ê gotûbêj bike.

Biden, jiber serkeftina wan ya li qada şer pesna hêzên ewlekarî yên Îraqê da û soza berdewamkirina piştgirîya Amerîka da.

Biden herwiha sersaxî ji malbatên ku zarokên xwe di operasyona Mûsilê de hinda kirine, xwest û silametî ji birîndaran re xwest.

Wî dilgeşîya xwe li ser hevkarîya berdewam ya hêzên Îraqî û pêşmergeyan dîyar kir û pêgirîya Amerîka ya ser yekbûna axa Îraqê dubare kir.

Biden herwiha balkişand ser avakirina peywendîyên xurt di navbera Amerîka û Îraqê da ku berjewendîyên Amerîkî û destketinên stratejîk dikarin bêne parastin.

XS
SM
MD
LG