Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ligel Abadî û Barzanî Peyîvî û Piştgirîya Amerîka ya bo Îraqê Dubare Kir


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê cuda cuda ligel Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyîvî û di şerê dijî DAIŞ'ê de piştgirîya Amerîka ya bo Îraq û gelê Îraqê dubare kir.

Biden peyama Washingtonê ya ser Îraqeke yekgirtî, federal û demokratîk careke din ragihand û daxwaza xurtkirina hevkarîya navbera hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistane kir.

Biden herwiha ji her du alîyan xwest ku gavên xurtkirina yekîtîya sîyasî û îstiqrara aborî bavêjin. Cîgirê serok bi bîr xist ku Amerîka hewlên xwe didomîne ku Îraqê ji sistbûna aborî derxîne

Abadî û Barzanî jî bal kişand ku pêdivî bi avêtina hîn gavên berdewam bo yekîtîya sîyasî û hevkarîya dijî DAIŞ'ê heye ku Mûsîl bê rizgar kirin. Her du rêber pêgirîya xwe dîyar ku Amerîka û Îraq hevkarên stratejîk in.

XS
SM
MD
LG