Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Vekişîna Hêzên Amerîkî ji Afganistanê Heya 1'ê Gulanê Dijwar E


Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê di hevpeyvînekê de ku di televizyona ABC News de hate weşandin, ragihand ku paşve kişandina hêzên Amerîkî yên dawî li Afganistanê heya 1'ê Gulanê dê 'dijjwar be.

Biden di derbarê 2500 leşkerên Amerîkî yên dawîîn de ku li Afganistanê mane, dîyar kir ku ew di pêyvajoya dayîna wê biryarê de ye ku ewê kengî vegerin "Ev dibe ku pêk were, lê dijwar e," Biden got.

Li gor peymana ku di navebar rêxistina Talîban û Amerîka de di dema serokê berê Donald Trump de, di Sibata 2020'an de hatibu îmza kirin ewê tevahîya hêzên Amerîkî yên li Afganistanê heya 1'ê Gulana 2021'an ji wî welatî derketina.

Biden heya îro di derbarê dema ku bi peymanê re hatibû destnîşankirin şîroveyên herî berfireh kirin.

Hevpeyivîna Biden ya rojekê berîya ku Rûsya, Çîn, Amerîka, Pakistan, şandeyeke karbidestên payebilind yên Afganî û rêberên opozsyonê û şandeya Talîbanê jibo destpêkirina gotûbêjên aşitî yê li Moskow bicivin, hate weşandin.

Hin karbidestên Amerîkî û gelek pispor metirsîdarin ku eger hêzên navneteweyî yên bi pêşengîya Amerîkî berîya ku peymaneke aştîyê were ava kirin derkevin, Afganistan dikare bikeve nav şerekî navxweyî ya nû, û ev bibe derfetekî nû bo rêxistina El Qaîde.

Biden, got ku peymana Trump bi rengekî pir xurt nehatîye gotûbêj kirin.

Wiha be jî, Biden Nûnerê Taybet yê Amerîka yê bo Afganistanê Zalmay Xelîlzad ku pêyvajoya peymanê bo Trump rêvebir bû, wek nûnerê xwe jî yê aştîyê diparêze.

Talîbanê hişyarî dabû ku eger Biden di dema destnîşankirî de hezên Amerîki venekişîne, dibe ku ew dijî hêzên navneteweyî yên bi pêşengîya Amerîka , dîsa êrîşên bikin.

Zêdebûna tundîtûjîya li Afganistanê ku bi piranî Talîban tê tawanbarkirin, bû sedem ku danûstandinên aştîyê bo şeş mehan hate paşve xistin.

Hevdem, karbidestên Amerîkî jî dibêjin ku Talîban soza xwe ya qutkirina têkilîyên bi El Qaîde re bi cîh neynîye ku vê asta danûstandinên Amerîka kêm kiriye.

Talîban peywendîyên xwe û peydakirina sitargehên bo mîlîtanên el-Qaîde li Afganistanê, red dike.

Her wiha, Talîban berpirsiyarîya tundûtûjîya ku zêde dibe jî qebûl nake. Biden ji roja ku wek serok dest bi kar kir jinûve nirxandina peymana 2020'an daxwaz kir.

Peymana ku di dawîya rêvebirîya Trump de hatîbû amadekirin, bang li serokê Afganî yê bi piştgirîya Amerîka Eşref Ganî dike ku desthilatdarîyê radestî rêvebirîyek demkî bike, ku nîvê endamên hikûmetê ji hêla Talîbanê ve were hilbijêrin.

Lê, Ganî ji vê peşnîyarê nerazî ye û dibêje ku divê biryara guhertina hikûmetê bi pêkanîna hilbijartinan were dayîn.

Talîban hilbijartinên demokratîk û agirbesta li seranserê welêt ku ji hêla Amerîka ve tê xwestin red dike.

XS
SM
MD
LG