Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Vekişandina Leşkerên li Afganistanê Dê di 1'ê Gulanê de Destpê Bike


Serok Joe Biden dîyar kir ku ewê hemî leşkerên Amerîka yên li Afganistanê mane vekişînin.

Biden li Qesira Sipî dîyar kir ku wî biryar daye ku şerê Amerîka yê herî dirêj ajotî bi dawî bike.

‘’Êdî dem hatiye ku em leşkerên xwe vegerînin.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku peyvajoya vekişînê dê di 1’ê Gulanê de destpê bike û heta salvegera 20’an ya êrîşên 11’ê Îlonê bi dawî bibe.

Serok Biden dîyar kir ku ew dê ji Pakistan, Çîn, Hîndistan û Tirkîyê jî bixwazin ku piştgirîyên xwe yên bo Afganistanê zêdetir bikin.

Biden bal kişand ku dudu ji wan Komarî dudu jî Demokrat di dewra çar serokan de leşkerên Amerîka li Afganistanê bûne û dîyar kir ku ewê berpirsîyê nede serokê pêncan.

Wî da zanîn ku ew ser vekişînê bi rêberên leşkerî, hevalbend, dîplomat, xebatkarên îstixbaratê, Kongres û cîgira xwe re axifîye û wisa biryara vekişînê daye.

Serokê Amerîka da zanîn ku ew dê piştgirîyê bidin danûstandinên aştîyê yên di navbera hikûmeta Afganistanê û Talîbanê de.

XS
SM
MD
LG