Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Vekişîna ji Afganistanê Serketineke Mezin E


Serokê Amerîka Joe Biden piştî hêzên Amerîkî ji Afganistanê vekişîn cara pêşî derbazî pêş kamerayan bû.

Biden dîyar kir ku operasyona vekişîna ji Afganistanê serketineke mezin e.

‘’Do bi şev Amerîka li Kabulê dawî li şerê 20 salan anî. Şerê herî dirêj yê dîroka Amerîka bû. Pirtir ji 120 hezar kes bi awayekî ewle hatin vekişandin ku ew di dîrokê de yek ji vekişandinên ji esmên yên herî mezin e.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku wan bi wêrekîya artêşa Amerîka, dîplomat û pisporên îstixbartê yên Amerîkî ew serketin bi dest xistiye.

Serok Biden dîyar kir ku ew êdî bawer nake ku bi hezaran leşkerên Amerîkî yên li Afganistanê û bi salane xerckirina bi mîlyaran dolaran ewlekarîya Amerîka zêdetir bibe.

Biden peymana Serokê berê Donald Trump bi Talîbanê re îmza kiribû bi bîr xist û got ku wê peymanê her tişt guherandiye.

Wî da zanîn ku bi wê peymana li Doha hatiye îmza kirin par 5000 girtîyên Talîbanê hatine berdan û bal kişand ku di nav wan de hin fermandarên payabilind hebûne ku wan di roja borî de kontrola Afganistanê bi dest xwe xistiye.

Biden dîyar kir ku wan ji Afganistanê pirtir ji 5500 Amerîkî û bi hezaran wergêrên Afgan derxistine.

Serok Biden da zanîn ku li Afganistanê bi qasî 100-200 Amerîkî mane û dîyar kir ku piranîya wan cot-welatî ne û xwestine li wir bimînin.

‘’Di encamê de, 90 ji sedê Amerîkîyên dixwestin ji Afganistanê derbikevin, derketin. Bo Amerîkîyên li wir mane dîroka dawî tune. Ger bixwazin ji wir derkevin em bo derxistina wan hazir in.’’ Biden got.

XS
SM
MD
LG