Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê New Zealandê Jacinda Ardern wê îro Sêşemê li Qesira Sipî bicivin.
Reutersê dîyar kir ku Biden û Ardern dê ser karên Amerîka yên li Hînt-Pasîfîkê biaxifin.
Ardern di preskonferanseke li Qesira Sipî de dîyar kir ku xêncî rewişa li Ukrayna, bo wan rewişa li herêma wan jî girîng e û da zanîn ku bala wan li ser peywendîyên aborî ye.
Reutersê dîyar kir ku ser nûçeyên ku dibêjin Çînê bi Giravên Solomonê re peymana ewlekarîyê îmza kiriye û vê yekê fikarên New Zealandê yên bo herêmê zêdetir kirine.
Çîn di demên dawî de hewil dide bandora xwe ya li herêmê zêdetir bike û wezîrê wê yê derve niha bo hevdîtinan li Tonga ye.
Li ber e ku Ardern xêncî Biden, bi cîgira wî Kamala Harris û bi Wezîrê Derve Antony Blinken re jî bicive.