Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden bi Telefonê ligel Mesûd Barzanî Peyîvî


Joe Biden û Mesûd Barzanî

Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden îro bi telefonê ligel Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî re peyîvî.

Biden jibo rêbertîya Barzanî û ser pêgirîya Kurdan ya çerê dijî DAIŞê spasîya wî kir.

Cîgirê Serok piştgirîya berwedewam ya Amerîka bo Îraqeke yekgirtî, federal û demokratk raberî Barzanî kir û daxwaza hevkarîya nêzîk bi hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Her du rêber bal kişand pêdivîya pêşveçûnên demûdest li hember DAIŞê, jinûve başkirina aborîya Îraqê, alîkarîya mirovahî ya ji Îraqîyên aware re û hevkarîya rizgarkirina Mûsilê.

XS
SM
MD
LG