Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Blinken bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re Axifîne


Serokê Amerîka Joe Biden bi rêka telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axifî.

Biden li Qesira Sipî ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew hêvî dike ku di demeke kin de dawî li tundûtûjîya li herêmê were.

‘’Lê, mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze, bi taybetî gava bi hezaran roket li axa we dikevin.’’ Biden got.

Wî da zanîn ku ew bi Netanyau re peyivîye û ew hêvî dike ku di demeke kin de encama wê axaftinê bibîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken jî berî daxuyanîya Biden bi Netanyau re peyivîbû.

Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Amerîka, Blinken ji Netanyahu re gotiye ku divê Îsraîlî û Filistînî di aramî û ewlekarîyê de bijîn. Blinken bang li her du alîyan jî kiriye ku girjîyê daxin.

Şîretvanê ser Filistîn û Îsraîlê yê Wezareta Derve ya Amerîka Hady Amr jî dê roja Çarşemê ber bi herêmê bi rê keve.

Çaverê ye ku Amr bi rêber û pêşengên Îsraîl û Filistînê re bicive.

XS
SM
MD
LG