Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bo Çareserîya COVID-19 ya Ser Gelê Navajo Fermaneke Taybet Îmza Kir


Dîmeneke ji nava civaka Gelê Navajo ya li eyaleta New Meksîko

Karbidestên saxlemîya Gelê Navajo ya Ameîkîyê roja Yekşemê 23 pêketinên û yên COVID-19 û 1 mirin ragihandinin.

Gelê Navajo neteweyekî xwecihî ya Amerîka ye û li hin heremên eyaletên Arizona, New Meksîko û Utah dijîn.

Bi pêzanînên herî dawî ji destpêka pandemîya vîrusa korona vir ve hejmara gîştî ya pêketinan giheşt 28897 kesan û yên kuştinan jî bû 1.057.

Serokê Amerîka Joe Biden bo piştgirîya pêyvajoya çareserîya pandemîya COVID-19 fermaneke qanûnder ya taybet îmza kir.

Biryara Biden ewê jibo tedbîr û piştgirîyê pirtir çavkanîyên federal dabîn bike.

Hevdem, bi biryarê bo paşvedana diravên awarte yên ku jibo çareserîya pandemîyê hatine xerc kirin, destûra karanîna bûdceyên federal dide.

Rêvebirîya Gelê Navajo dijî vîrusa korona dema pîvana li mal mayînê ya bi derfeta ragihandina qedexeya derketina derve ya bi şev, dirêj kir.

Beşa Saxlemîya Navajo ragihand ku di nava 56 civakan de, vîrusa korona bi awayekî bêkontrol belav dibe.

Ev hejmar di hefteyên borî de wek 75 civak hatibû dîyar kirin.

Hevdem, Gelê Navajo jibo derfeta bêtir vaksînkirinan qedexeya bo dawîya hefteyan radike.

Tedbîr û qedexeyên din yên dijî vîrusa korona ya herî dawî ya rewşa awerte ya saxlemîya giştî de wê herî kêm heya 15'ê Sibatê, bidome.

Karbidestên Navajo dîyar kirin ku heya niha ji 235.900 zêdetir testên COVID-19 hatine kirin û pirtirî 15.000 kesên nexweş jî baş bûne.

XS
SM
MD
LG