Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Piştgirîya bo Serokomarê Kolombîya Duque Radigihîne


Qesira Sipî ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Kolombîya Ivan Duque bi rêka telefonê axifîne.

Helîkoptera seroktîya Kolombîya hefteya borî rastî êrîşê hatibû û Biden di axaftina bi Duque re piştgirîya bo Duque piştrast kir.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden daye zanîn ku ew herwiha piştgirîya protestoyên aştîyane dike û dîyar kir kiriye divê hêzên ewlekarîyê bi qasî karibin hesabê bidin tevbigerin.

Protestoyên dijî Duque di meha Nîsanê de jiber reforma bacê, ku piştre hat vekişandin, destpê kiribûn.

Ew protesto her çiqas aştîyane bûn jî di nav re di navbera xwenîşander û polîsan de pevçûn jî çêbûn.

Helîkoptera ku Duque û karbidestên din yên payablind têde bûn, roja Înê li herêma Catatumbo ya Kolombîya hatibû gulebaran kirin.

XS
SM
MD
LG