Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Biden û Erdogan Dê bi Rêka Telefonê Biaxifin


Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Serok Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê bi rêka telefonê biaxifin.

Psaki di preskonferansa li Qesira Sipî de pirseke ser neaxifîna Biden û Erdogan bersîvand.

Xanim Psaki bal kişand ku Biden dê hîn bi jimareke rêberên cîhanê re bipeyive û dîyar kir ku ewê bi wan re di hefte û mehên pêş de biaxife ku yek ji wan jî Erdogan e.

Tirkîye, piştî li Qesira Sipî rêvebirî diguhere yek ji welatên pêş yên pê re danûstandin çêdibe ye, lê Biden û Erdogan heta niha hîn neaxifîne.

Biden bi rêberên Kanada, Brîtanya û Fransa re axifîye û ser peywendîyên dualî danûstandin kirine.

Hêjayî balkişandinê ye, Biden mehekê piştî dest bi seroktîyê kiribû bi Serokwezîrê Îsraîlê re peyivîbû.

XS
SM
MD
LG