Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Biden û Erdogan Dê di Hilcivîna NATO de Bicivin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî ragihand ku Biden ji Erdogan re gotiye ku ew dixwazin ku peywendîyên avaker yên berfireh çêkin û nakokîyan bi awayekî bi bandor çareser bikin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Erdogan li hev kirine ku ew di Hilcivîna NATO de, ku dê di meha Hezîranê de li dar keve, bicivin.

Biden û Erdogan dê di wê civînê de peywendîyên dualî yên hêrêmî bi awayekî berfireh binirxînin.

Di daxuyanîya Qesira Sipî de nehat eşkere kirin ku Biden û Erdogan ew ser bûyerên 1915an yên Ermenî wek komkujî dibînin axifîne yan ne.

Biden di Rêbendanê de dest bi seroktîyê kiribû û ew bi vî awayî piştî sê mehan cara pêşî bi Erdogan re peyivî.

CNN’ê ragihand ku di axaftina Biden û Erdogan de girjî çêbûye.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku Biden ji Erdogan re daye zanîn ku ewê bûyerên sala 1915an ya dijî Ermenîyan wek jenosîd bi nav bike.

Serokên Amerîkî, ji 1993’yan vir ve her sal di 24’ê Nîsanê de ser bûyerên 1915’an dibêjin ‘’meds yeghern’’ ku wateya wê ‘’felaketa mezin’’ e.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG