Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokên F-16 Û Mafên Mirov di Hevdîtina Biden Û Erdogan de


Serokê Amerîka Joe Biden Serokê Tirkiyê Tayyip Erdogan
Serokê Amerîka Joe Biden Serokê Tirkiyê Tayyip Erdogan

ROME, 31ê Oktoberê (Reuters), Serokê Amerîka Joe Biden got, serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxwaza kirîna firokên F-16 kirîye ku divê di pêvajoya de li Amerîka pêk were û heza çareseriya pirsgirêkên di navbera her du welatan de anîye ziman.

Civîn di wî çaxî de pêkhat piştî ku di çend rojên borî de her du hevalbendên NATO gav paş de avêtin ya derbarê karsaz û xêrxwazê girtî Osman Kava ku da krîzek dîplomasî kûr di navbera her du hevalbendên NATO de derkeve.

Civîna di navbera Erdogan û Biden de nêzî 70 xulekan dirêj kêşa di beşekî hilcivîna welatên G-20 de pêkhat li bajarê Roma li Îtalya, di civînê de Biden tekez li ser mafên mirovan kirîye, ev yek berpirsekî di asta bilind de yê rêveberiya Amerîka gotiye rojnamevanan.

Amerîka derbarê helwesta Erdogan ne hevra ye û berpirsekî Amerîka roja Şemiyê gotbû ku Biden dê Erdogan derbarê her karekî (serberdayî) hişyar bike ku dê bibin sedema nakokiyên kûr di navbera her du welatan de, piştî ku Erdogan ferman dabû 10 balyozên welatên rojavayî derbike di nava de balyozê Amerîka, ku daxwaza azad kirina karsaz û xêrxwazê girtî Osman Kava kirbûn. Lê paşî Erdogan ji biryara derxistina balyozan gav paş de avêt bû.

Piştî civîna Biden û Erdogan, Koşka Spî daxûyaniyek weşand û got "Serok Biden tekez li ser hevpariya berevaniyê kir û giringiya Tirkiyê weke hevpeymanekî NATO, lê wî nerihetiya xwe diyar kirîye li hember hebûna tirkiyê ya Sistema berevaniya Rûsî S-400. " Herwiha wî "tekez li ser giringiya sazîbûna demokrasiyek bihêz kirîye û rêz girtina mafên mirov û serweriya yasayê û rolê wê jibo aştî û pêşketinê. "

Serokatiya Tirkiyê jî daxuyaniyek weşand û gotiye, her du kesan pêngavên pêşxistina bazirganî, têkiliyên dualî û yên herêmî gotûbêj kirîne, berpirsekî di asta bilind de yê Tirk gotîye civîn "di atmosfêrek gelek baş de derbazbûye", herwiha gotiye "Her du serokan pêgiriya xwe ya hevbeş bo pêşda birina têkiliyên Tirkiyê û Amerîka dane diyar kirin, û li hev kirine ku mîkanizemeke hevbeş bo vê mebestê bihê danîn, û giringî bi hevlabendiya NATO hatiye dan."

Her du serokan di hevdîtinê de behsa kirîna firokên F-16 yê Amerîkî kirine, ku Yasadanerên Amerîkî li dij in jiber kirîna Tirkiyê ya Sistema berevaniya Rûsî S-400.

Berpirsekî payeberz yê Rêveberiya Biden gotiye "Serokî ji aliyê xwe de daxwaz erê kir..Lê wî bi zelalî got divê ev pêvajo li Amerîka di proseyekê pêk were û soz da ku bi berdewamî kar li ser bikin."

Çendîn salin têkiliyên Washington û Enqerê li jêr givaştinane, jiber nakokiyên siyasî yên derbarê Sûriyê û kirîna Tirkiyê ya sistema S-400 ya Rûsî û pirsgirêkên yasayî û mafên mirov.

Biden û Erdogan jibo girtina wênekê bi hevre berî civînê rawestiya bûn, ji Biden hat pirsîn kanê hûnê F-16 bidin Tirkiyê, Biden got, wan "Plan kirîye ku danûstandinek baş encam bidin".

XS
SM
MD
LG