Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Qesira Sipî Biryar Da ku Biden Brîfîngên Ser Ewlekarîyê Bistîne


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Qesira Sipî biryar daye ku Serokê hilbijartî Joe Biden brîfîngên ser îstixbaretê bistîne.

Reutersê ew nûçe ji zarê karbidestekî rêvebirîya Amerîka ragihand.

Joe Biden li bajarê Wilmington ya eyaleta Delaware dîyar kir ku wî hîn ti brîfînga ser îstixbaratê nestandîye, lê jî wî re hatiye pêşnîyaz kirin ku ew wan bistîne.

Rêvebirîya Xizmetên Giştî (GSA) di serê vê hefteyê de ji Biden re dabû zanîn ku ew dikarin dest bi peyvajoya guherandina rêvebirîyê bikin.

Piştî wê gava GSA, tîma Biden û bi karbidestên rêvebirîya Serok Donald Trump re ser gefên dijî ewlekarîya neteweyî dest bi danûstandinan kirin.

Karbidestên Wezareta Berevanî jî dîyar kirin ku piştî gava GSA, tîma Biden bi Pentagonê re danûstandin kirine.

Bi destpêka peyavajoya guherîna rêvebirîyê re, rê li ber Biden vedibe ku jêderên dewletên bikar bîne û brîfîngên ewlekarîyê bistîne.

Biden di rojên borî de ji tîma xwe ya îstixbaratê agahîyên ser ewlekarîya neteweyî distandin.

XS
SM
MD
LG