Serok Joe Biden dê di Roja Jinan ya Cîhanê ya 8’ê Adarê de ser wekhevîya aborî ya jinan û mêran du fermanên qanûnder îmza bike.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki ser biryarnameyan daxuyanî dabû.
Biden dibêje ku bala wî li ser kêşeyên jinan e ku wî bo jimareke meqamên Qesira Sipî jin erkdar kiribûn.
Wî herwiha Konseya Polîtîkayên Zayendî aktîf kiribû û ji daîreyên federal xwestibû ku di sîyasetên xwe de bala xwe bidin ser kêşeyên jinan.
Joe Biden di dema berbijarîya xwe de jî soz dabû ku ewê newekhevîya jinan û mêrên ya di qada aborîyê de ji holê rake.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Biden di dîroka Amerîka de serokê yekê ye ku cîgira wî jin e.