Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden 2 Generalên Jin Wek Fermandarên Girîng Erkdar Dike


Serok Joe Biden, General Jacqueline Van Ovost, û General Laura Richardson, 8 Adar,2021
Serok Joe Biden, General Jacqueline Van Ovost, û General Laura Richardson, 8 Adar,2021

Serok Joe Biden roja Duşemê jibo rêberîya hêzên leşkerî yên Amerîkî berbijarîya du jinan ragihand.

Di dîroka Amerîka de ewê bibin jinên dudya û sêsya ku bo postên leşkerî yên wiha payebilind werin erkdar kirin.

Generalê Hêza Esmanî ya Amerîka Jacqueline Van Ovost bo seroktîya Navenda Fermandarîya Veguhastinê (USTRANSCOM) wek berbijar hat destnîşan kirin.

Van Ovost heya niha jina yekane ye ku giheştîye asta generalîya bi çar-stêrk, asta herî bilind ya leşkerîyê.

Generala bi sê-stêrk Laura Richardson bo seroktîya Navenda Fermandarîya Başûr (SOUTHCOM) ku ji Amerîkaya Navîn û Latîn berpirse, bû berbijar.

Hevdem, ewê stêrka xweya çara jî werbigire.

Heke Civata Senatoran postên wan erê bike, wê Van Ovost û Richardson dê Lori Robinson bişopînin ku jina yekane bû ku seroktîya beşeke hêzên leşkerî dikir.

Robinson, Navenda Fermandarîya Bakur (NORTHCOM) heya ku 2018'de dev ji kar berda,rêve bir.

Biden li Qesra Spî bi axaftinek kurt de navê her du generalên jin pêşkêş kir.

Wî bal kişand ku her yek ji van jinan bi xebatên xwe de jêhatîbûna bêhempa, dirustî û pirsiyarîya bo welat de pêşengtî nîşan dane.

" Îro Roja Cîhanî ya Jinan e, û pêdivî ye ku em gişt destkeftiyên van jinan ku astengîyan têk dibin, bibînin û nas bikin," Biden got.

Di nava Hêzên Leşkerî yên Amerîka de 11 fermandarî hene û hemî ji hêla generalên çar-stêr ve têne rêve birin.








XS
SM
MD
LG