Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden ji Kongresê re: Amerîka Jinûve Pêşve Diçe


Biden Address

Serokê Amerîka Joe Biden dê ji destpêka seroktîya xwe vir ve cara pêşî di rûniştina hevbeş ya Kongresê de bipeyîve.

Çaverê ye ku Biden di axaftina xwe de balê bide ser planên aborî û dîyar bike ku ‘’Amerîka jinûve pêşve diçe.’’

Qesira Sipî hin beşên axaftina Biden ya bo Kongresê weşandin.

Li gor teksta belavkirî, li ber e ku Biden bêje ew astengên li pêş xwe dikin avantaj, krîzan dikin bijare û rîskan jî dikin derfet.

Serok Biden wê di axaftina xwe de hûrgilîyên paketa 1,8 trîlyon dolarî eşkere bike û bo wê planê piştgirîyê bixwaze.

Biden wê ser bacên dewlemandan jî bipeyîve û dîyar bike ku pêşveçûna aborî dê bi alîkarîya bo çîna navîn û hejaran çêbe.

Pisporên sîyasî dibêjin ku bi planên Biden dê eşkere bike dibe ku bandora hikûmeta ya li civaka Amerîkîyan bi awayekî berfireh biguhere.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG