Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Sekreterê Giştî yê NY'ê Ser Kêşeyên Cîhanî Axifîn


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi rêka telefonê axifîn.

Tîma Biden ragihand ku Biden jiber ku Guterres ew jiber serketina di hilbijartinê de pîroz kiriye, spasîya wî kiriye.

Li gor daxuyanîya wê tîmê, Biden û Guterres ser vîrusa korona, guherîna îqlime, alîkarîyên mirovî, pêşketina domdar, aştî û ewlekarîya cîhanê jî peyivîne.

Biden û Guterres ji hev re dane zanîn ku bo çareserîya kêşeyên cîhanî hevkarîyeke xurt pêwîst e.

Joe Biden herwiha ji Guterres re fikarên xwe yên ser pevçûnên li Etîyopya û sîvîlên wî welatî gotine.

XS
SM
MD
LG