Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Johnson Ser Korîdoreke Rêwîtîyê Axifîne


Biden û Johnson

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ser vekirina korîdoreke rêwîtîyê ya transatlantîk axifîne.

Wezîrê Derve yê Brîtanya Dominic Raab bêyî ku hûrgilîyan bide di Sky Newsê de ser wê korîdorê peyivî.

Raab dîyar kir ku Biden û Johnson ser korîdora rêwîtîyê danûstandin kirine û ew dizanin ku ewê wê fikrê çawa pêşde bibin.

Wî da zanîn ku ewê niha plana ser korîdora rêwîtîyê eşkere nekin.

Biden û Johnson, berî Hilcivîna G7 roja Pêncşemê li Cornwall ya li rojavayê başûrê Brîtanya civîyabûn.

XS
SM
MD
LG