Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirîya Biden Hin Peymanên Koçberîyê Radiwestîne


Blinken û Biden

Rêvebirîya Serok Joe Biden peymanên koçberîyê yên bi El Salvador, Guetemala û Hondurasê re rawestandin.

Peymanên bi her sê dewletan re di dema Serokê berê Donald Trump de hatibûn îmza kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku wan ew peyman bo hevkarîyên berfirehtir rawestandine.

Li gor peymanên di sala 2019’an de hatibûn îmza kirin, kesên dixwestin bo koçberîyê serlêdanê bikin, berî Amerîka gerek ji wan dewletan koçberî bixwestana.

Rêvebirîya Trump bi wan peymanan hewil dida ku rê li ber koçberên ji Amerîkaya Navîn, ku bi awayekî neqanûnî dihatin sînorê Meksîko, bigire.

Blinken dîyar kir ku ew peymana bi El Salvador û Hondurasê re qet nehatiye meşandin.

XS
SM
MD
LG