Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ser Êrîşa li Kongresê Ferman Daye ku Ala Werin Daxistin


Êrîşa li bakurê avahîya Kongresê bi mirina berguman û polîsekî encam da.

Polîsên Kongresê ser êrîşê preskonferansek li dar xistin.

Li gor daxuyanîya Polîsên Kongresê, ji du polîsên birîndar yekî canê xwe ji dest da.

AP’ê ji zarê karbidestên ewlekarîyê navên wan nehatine eşkere kirin dîyar kir ku berguman polîsek bi kêrê birîndar kiriye.

Şefê Polîsên Kongresê Yogananda Pittman da zanîn ku navê polîsê hatiye kuştin Williams Evans e û ew 18 sal in li ser kar bûye.

Pittman dîyar kir ku êrîş niha wek êrîşeke terorî xuya nake û got ku ti gefa didome tune.

Serok Joe Biden berî bûyerê derbazî Camp David bûbû.

Qesira Sipî ragihand ku Biden jiber êrîşê pir xemgîn bûye û ew ser bûyerê tê agahdar kirin.

Biden ser bîranîna Williams Evans ferman da ku alayên li Qesira Sipî heya 6’ê Nîsanê heta nîvê werin daxistin.
Alayên Kongresê jî dê ser fermana Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi heta nîvê dakevin.

XS
SM
MD
LG