Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibeje Walîyên Komarî Rê li Ber Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona Digirin


Serokê Amerîka Joe Biden walîyên Teksas û Florîda ser ‘’pûçkirina têkoşîna dijî vîrusa korona’’ rexne kir.

Biden got ku ‘’Walîyên Komarî bo şertên ku jîyanan difilitînin pûç bikin, çi ji destên wan tê dikin.’’

Hin walîyên Komarî, ku ji Teksasê Greg Abbott û ji Florîda Ron DeSantis di nav de bûn, hefteya borî dîyar kiribûn ewê dijî vaksîna mecbûrî ya Biden bo daîreyên federal û kompanîyên mezin xwestibû, têkoşînê bikin.

Walîyê Mississippi Tate Reeves ser fermana Biden gotibû ku ‘’dişibe tîranîyê’’

Biden bi bîr xist ku vîrusa korona li Amerîka pirtir ji 660 hezar kes kuştine û got ku ‘’Ez bo karanîna vaksîna vîrusa korona pêdivîyekê pêşnîyaz dikim û walîyê wê eyaletê ji vê re dibeje tîranî? Ew sîyaseteke herî xirab e û ez serî li ber wê natewînim.’’

Serok Biden da zanîn ku Qesira Sipî sîyaseta ser karanîna vaksînan li gor zanistê dîyar dike.

Hin eyaletên bi rêberîya Komarîyan û hin Amerîkî dibêjin ku vaksîna mecbûrî binpêkirina azadîya takekesî ye.

Li Amerîka 63 ji sedê kesên ku dikarin vaksînê li xwe xin bi kêmî ve dozeke vaksînê li xwe xistine ku ew rêje li dû ya welatên pêşketî ye.

Çaverê ye ku Komarî dijî sîyaseta Biden ya bo vaksînê dest bi têkoşînê bikin.

Doza pêşî Serdozgerê Arîzona Mark Brnovich di 14’ê Îlonê de vekir.

XS
SM
MD
LG