Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje AmerîkaTêkoşîna Dijî Korona 'Rêka Rast' de Dimeşîne


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê li Qesra Sipî dîyar kir ku Amerîka di pêyvajoya kontrolkirina pandemîya vîrusa korona de, ber bi "rêka rast" ve diçe.

Biden ragihand ku nêzî 66 mîlyon hemwelatîyê Amerîkî hîn jî xwe vaksîn nekirine.

"Em di rêka rast de dimeşin, lê em nikarin niha dev jê berdin. Ji kerema xwe re xwe vaksîn bikin. Ev rêke ku em bikaribin vê pandemîyê li paş xwe bihêlin," Biden got.

Hevdem, Biden bi rengekî xurt parastina fermana vaksînlêdanê kir, ya ku hem ew hem jî gelek kompanîyên taybet bo xebatkarên xwe ragihandine.

Wî da zanîn ku pêzanîn nîşan didin ku vaksînlêdana mecbûrî bi bandor e.

Li seren serê Amerîka rêjeyên bûyeran, dermankirina li nexweşxaneyan û mirin kêm dibin.

Hefteya borî, jimara navînî ya bûyerên rojane 86.000 bû, ji hefteya berê 15.000 kêmtir e.

Li gor Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka, heya niha nêzî 188 mîlyon Amerîkî bi temamî hatine vaksîn kirin, ku nifûsa wê 332 mîlyon mirov in.

Her wiha, nêzî 9 mîlyon mirovî jî vaksînên hêzkar li xwe xistine.

Li Amerîka ji destpêka vîrusa korona vir ve - 19 mehên dawîn de- zêdetirî 716.000 mirov mirine û rojane dora 90.000 bûyerên nû têne tomar kirin.

Lê, ev meheke hem hejmara mirîyên nû û hem jî bûyerên nû, kêm dibin.

XS
SM
MD
LG