Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Navên Nû yên Kabîneya Xwe Eşkere Dike


Serokê hilbijartî Joe Biden çavlirê ye ku Brenda Mallory wek revêbira Ofisa Qalîteya Xwezayî ya Qesra Sipî (CEQ) destnîşan bike. Mallory niha wekî dîrektora Southern Environmental Law Center kar dike ku navendekê dadê ye bo xwezayê.

Ofîsa Xwezayî ya Qesra Sipî ji bo destûrdayîna projeyên xwezayî berpirsîyar e û li ser projeyên mezin yên xwezayî de dikare bibandor be.

Le berdevka tîma Biden bo guherîna rêveberîyê nexwest we nûçeyê şirove bike.

Herwiha Biden yek ji hevrîken wi yê di hilbijartina dîyarkirina berbijarîya Partîya Demokrat ya ji bo seroktîya Amerîka, Pete Buttigieg ê wekî wezîrê Wezerata Veguhastinê hilbijart.

Pete Buttigieg bajarvanê berê yê South Bendê ye.

Pete Buttigieg dibe yekem hevrîkên Bidenê ku di reveberîya wî de cîh bigire. Buttigieg her wiha wê bibe yekem kesê LGBTQ ku bibe wezîr.

XS
SM
MD
LG